Li Efrînê di du rojan de 2 Kurd hatin kustin
PeyamaKurd- Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku 2 çekdarên rûgirtî kesê bi navê Mihemed Ehmed Derwîş (55) ê ji gundê Burc Ebdalo yê bajarê Şêrawayê kuştine.
Hate ragihandin ku bûyer doh 6ê Mijdarê êvarî pêk hatiye û hate gotin: "Dema ku Mihemed û hevjîna xwe li baxçeyê xwe di bin konê xwe de şîv dixwarin, 2 çekdarên rûgirtî bi ser wan de girtin û bi demançeyê gule li Mihemed reşandin. Piştre yekser reviyan."
Hate diyarkirin ku Mihemed Derwîş birîndar bûye û veguhastine nexweşxaneyeke Helebê, lê tevî hewldanan jî jiyana xwe ji dest daye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, roja çarşemê 5 Mijdarê jî welatiyê bi navê Şukrî Ehmed Oso (65) ê ji gundê Keferzîta ji aliyê çekdaran ve hatibû kuştin.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.