Li Amedê bi çekan li hev xistin: 1 mirî, 1 birîndar û 4 zîndanî
PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Reza di navbera du terefan de pevçûn derket û di encamê de kesekî mir, kesekî birîndar bû û li ser bûyerê 4 gumanbar hatin girtin.
Lêpirsîna serdozgeriya Amedê ya li ser bûyera ku di 5ê mehê de qewimî bû dewam dike. Di 5ê mehê de li gundê Karaxanê N.T. (52) di rûdanê de miribû û H.T birîndar bûbû.
Li ser bûyerê 4 kesan binçav kiribûn û piştî wan birin dadgehê, dadgehê biryara şandina zîndanê da.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.