Mezlûm Ebdî pêswazî li Osman Baydemîr kir: Pir kêfxwes bûm

Mezlûm Ebdî pêswazî li Osman Baydemîr kir: Pir kêfxwes bûm

PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, îro 7ê Mijdarê pêşwazî li Siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr kir.

Di hevdîtinê de Hevseroka Daîreya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Endama Fermandariya YPJê Rohilat Efrîn amade bûn.

Mezlûm Ebdî piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xê got, ew bi serdana birêz Osman Baydemîr pir kêfxweş bûye.

Mezlûm Ebdî wiha got: “Kêfxweş bûm bi serdana birêz Osman Baydemîr. Parlemanterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Me rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxand. Hevdîtineke baş bû, me giringî da piştgirîya xebatên aştî û aramiyê, û derfetên çareseriya siyasî li Sûriyeyê û herêmê.”

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.