Maduro: "DYA li dijî Venezuelayê şerekî psîkolojîk dimeşîne"

Maduro: "DYA li dijî Venezuelayê şerekî psîkolojîk dimeşîne"

PeyamaKurd - Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro diyar kir ku DYA li dijî welatê wî "şerê psîkolojîk" dimeşîne û ew rojane gefan dixwe.

Li gorî kanala televîzyonê ya dewletê VTV, Maduro diyar kir ku ew çalakiyên leşkerî yên DYA li herêma Karayîbê ji nêz ve dişopînin.

Maduro îdia kir ku rêveberiya Washingtonê li Venezuelayê "guhertina rejîmê" dixwaze û got, "Em rojane bi gotinan ji hêla emperyalîzma Amerîkî ve têne tehdîtkirin; her roj, şerekî psîkolojîk tê meşandin. Sozek li vir, sozek li wir, keştî li aliyekî, moşek li aliyê din..."

Maduro tekez kir ku gel û artêş "di yekîtîya herî zêde de ne" da ku serwerî û serxwebûna welêt biparêzin û ew ê bi aramî û bi aqilê selîm tevbigerin.

Maduro herwiha behsa hesabê xwe yê YouTube kir, ku di 22ê Îlonê de bêyî tu hincet hate girtin.

Maduro rexne li girtina hesabê ku zêdetirî 200,000 şopîner hebûn û klîbên ji bernameya wî ya heftane li ser televîzyona dewletê nîşan didan girt û got: "YouTube, tê jî biqedî. Ji ber ku her kesê ku bi Venezuelayê re be wê bişkê."

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.