Merz: Êrîşa Pûtîn a emperyalîst tenê destpêk e

Merz: Êrîşa Pûtîn a emperyalîst tenê destpêk e

PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanya Friedrich Merz, di Konferansa Balyozan a li Berlînê de, derbarê êrîşên dawî yên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê de axivî û destnîşan kir ku divê piştgiriya ji bo Ukraynayê berdewam bike.

Merz got, "Her tişt nîşan dide ku plana emperyalîst a Pûtîn dê bi dagirkirina Ukraynayê bi dawî nebe, berevajî, ev tenê destpêk e."

Merz diyar kir ku ji ber şerê vegeriyaye Ewropayê, pêdivî bi avakirina mîmartiyeke ewlehiyê ya nû heye.

Merz bal kişand ser hevkariya welatên Ewropî, bi taybetî Brîtanya û Fransayê ji bo gihîştina aştiyeke dadmend li Ukraynayê û got, "Ewlehiya Ewropayê berî her tiştî divê ji aliyê me ve were misogerkirin, ti carî ev qas zelal nebûbû."

Herwiha Merz diyar kir ku divê Ewropa ji bo ewlehiya xwe bêtir berpirsyariyê hilgire, ji ber ku êdî nikare li bendê be ku Amerîka barê sereke yê ewlehiya Ewropayê bide ser xwe.

Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.