Operasyona Şaredariya Bayrampaşayê: 48 kes sewqî dadgehê kirin!

Operasyona Şaredariya Bayrampaşayê: 48 kes sewqî dadgehê kirin!

PeyamaKurd - Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bayrampaşa de ku bi tohmeta gendeliyê hatiye destpêkirin, 48 kes, tevî Şaredar Hasan Mutlu, hatin desteserkirin. Ew sewqî dadgehê hatin kirin.

Serdozgeriya Giştî ya Stenbolê prosedurên ji bo 48 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bayrampaşa de bi tohmeta "destdirêjî", "bertîl", "sexteya girankirî" û "sexteya îhaleyê" hatiye destpêkirin, hatine desteserkirin, temam kir.

Piştî kontrolên bijîşkî, 48 kes ji bo lêpirsîna li Buroya Lêpirsîna Sûcên Rêxistinkirî sewqî Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.

Çi qewimî bû?

Di operasyoneke hevdem de ku ji hêla tîmên Şaxa Sûcên Darayî ya Daîreya Polîsan a Stenbolê ve hat lidarxistin: Çil û heşt kes, tevî Şaredar Hasan Mutlu, Cîgirên Şaredar Atilla Ozen, Hakan Baş, Lutfi Kadıogulları, Gunduz Kalkan û Rêveberê Karûbarên Hiqûqî Bilgehan Yagci, bi tohmeta gendeliyê hatin desteserkirin.

Piştî operasyonê, du endamên encumena CHPê îstifayên xwe ji partiyê ragihandin.

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.