Pakistan: “Sedema şerê Rojhilata Navîn Îsraîl e”

Pakistan: “Sedema şerê Rojhilata Navîn Îsraîl e”

PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîr û wezîrê kar û barên derve yê Pakistanê Muhammed İshak Dar ragihand ku esasê şerê Rojhilata Navîn mesela îşxala Îsraîlê ya Fîlîstînê ye û bang kir ku seranserê dinyayê bikevin nav tevgerê. Dar, daxwaza xwe ya ji bo avakirina dewleta Fîlîstînê dubare kir.

Wezareta kar û barên derve ya Pakistanê di ser hesabê medya civakî Xê de axaftina wezîrê karên derve ya Dar, ku li Kuala Lampurê di civîna Yekîtiya Neteweyan ya Asya ya Başûr-Rojhilat (ASEAN) de axifîbû, belav kir. Dar, di axaftina xwe de li ser îşxala Îsraîlê ya Fîlîstînê got ku ji bo Pakistanê ‘ciyê xemgîniyê ye’ û got sedema şerê Rojhilata Navîn ya esasî îşxala axa Fîlîstînê ye.

Dar, got ji bo dawî li êrîşên Îsraîlê bînin, ji bo alîkariya mirovî serbest here herêmê, divê Tel Avivê ji îşxalê berpirs bigrin û tevgera navdewletî pêwiste.

Dar behsa çarenûsa xelkê Fîlîstînê kir û got ku ew mafê wane û Pakistan ji bo dewletekî Fîlîstînê ava bibedesteka xwe ya mezbût bi qaîde dubare kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu di bernama TV yekî de bi zindî ragihandibû ku di pey Îranê de dewleta herî talûke Pakistanê ji ber grûbên tund yên Îslamî destek dike û her weha di destê Pakistanê de çekên nuklerî hene.

Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.