Serok Barzanî: Eger şert dest bidin dibe bi Öcalan re hevdîtin bibe

PeyamaKurd – Baregeha serok Barzanî ragihand ku serok Mesûd Barzanî heyeta DEM Partiyê qebûl kiriye û heyetê daxwaza ziyareta ku Öcalan xwestiye Barzanî ew ziyaret bike an hevdîtin bike, Barzanî gotiye:
“Wê di şertên maqûl de seredan çêbibe.”
Baregeha serok Barzanî li ser mijara seredana heyeta DEM Partiyê ragihand:
“Serok Mesûd Barzanî di 11ê Temmûza 2025an de heyeta ku di navê de Ahmet Türk, Leyla Zana, Sırrı Sakık, hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan, hevseroka DBPê Çiğdem Kılıçgün Uçar, parlementera DEM Partiyê Meral Danış Beştaş û berpirsê karên derve yê DEM Paretiyê Berdan Öztürk qebûl kir.
Heyet di hevdîtinê de ji serok xwest ku desteka xwe dewam bike û ji bo desteka Barzanî ya xwurt ku heya niha daye aştiya Tirkiyê, ji bo desteka wî ya netewî û stratejik sipasiya serok Barzanî kirine.
Heyet, ji serok Barzanî xwest ku di astên cuda yên pêvajoyê de rola xwe dewam bike. Heyet peyama Öcalan gihand Barzanî û jê xwest ku Öcalan ziyaret bike.
Serok Barzanî bo heyetê ragihand ku pêngavên heya niha hatine avêtin, pêngavên girîngin. Barzanî gotiye ku ji bo pêvajo bigihê encamekî baş, sebir û hezir pêwiste û gotiye: ‘Muzakereya bo 10 salan ji şerekî bi yek seetekî baştire. Pirsgirêk bi şer û şiddetê çareser nabin, divê têkoşîna siyasî, diyalog, hev qebûlkirin û dîplomasî hebe.’
Serok Barzanî ragihand ku ji bo serkeftina pêvajoyê ji destê wî çi were dê bike û ji bo hevdîtina bi Öcalan re gotiye eger şert maqûl bibin dibe seredan were cîh. Serok Barzanî her weha bangî temamê partiyên siyasî yên Tirkiyê kir ku destekê bidin pêvajoya aştiyê ya çareseriyê.”
Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.




