Reuters: Çekberdana PKKyê qonaxa 3yem a pêvajoyeke ji 5 qonaxan e

PeyamaKurd – PKKyê têkoşîna xwe ya çekdarî ya nêzîkî 50 salan bi merasîmeke danîn û şewitandia sembolîk a çekan bi dawî kir.
Piştî banga damezrînerê PKKyê Abdullah Ocalan, îro koma yekem a endamên PKKyê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê merasima "çekberdanê" li dar xist.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Tirkiyeyê (DEM) ve hatine dayîn, bi tevahî 30 endamên PKKê - 15 jin û 15 mêr - tevî Hevseroka Konseya Rêveber a KCKyê Besê Hozat, çekên xwe şewitandin û ji holê rakirin. Çek, ku tê gotin 26 Kalaşnîkov, kanase, M4ek, RPGyek û Biksiyek jî di nav de ne, di qazanekê de hatin danîn û şewitandin.
Daxuyaniya yekem: Em çekên xwe bi îradeya xwe ya Azad ji holê radikin
Koma Aştî û Civaka Demokratîk daxuyaniyek da û got:
"Ji niha û pê ve, em ê çekên xwe bi îradeya xwe ya azad ji holê rakin, da ku bi rêbazên siyasî û hiqûqî yên demokratîk û li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk têkoşîna xwe ya ji bo azadî, demokrasî û sosyalîzmê bidomînin."
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê ANFyê ve hatiye weşandin, weha hatiye gotin:
"Wekî gaveke niyeta baş û biryardariyê ji bo serkeftina pratîkî ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, û bi armanca meşandina têkoşîna me ya ji bo azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên siyasî û hiqûqî yên demokratîk, û li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk, em çekên xwe li ber çavên we bi îradeya xwe ya azad ji holê radikin."
"Em hêvî dikin ku ev gava me avêtî ji bo hemû gelê me, bi taybetî ji bo jin û ciwanan, ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn û ji bo hemû mirovahiyê sûdmend be û aştî û azadiyê bîne."
"Pêvajoya 3yemîn a ji 5 qonaxan"
Karbidestekî payebilind ê Tirk ji Ajansa Reutersê re got ku merasima şewitandina çekan a li Silêmaniyê "xalek werçerxê ya bêveger" bû di vê pêvajoyê de.
Heman rayedarî, ku navê wî nehat eşkerekirin, got ku radestkirina çekan qonaxa sêyemîn a pêvajoyeke aştiyê ya ji 5 qonaxan e.
Kesekî din jî ku bi şertê eşkerenekirija navê xwe ji Reutersê re axivî, got ku gavên din dê hewlên ji bo "ji nû ve entegrekirina qanûnî ya endamên PKKhê di nav civakê de" û her weha "pêşvebirina başbûna civakan û lihevhatinê" bin.
Xalên pêvajoya ji 5 qonaxan
Li gorî Reutersê û çapemeniya Tirkiyeyê, ev plan dê weha bin:
1. Amadekirina raya giştî ya navxweyî û amadekirina zemînê ji bo banga Ocalan.
2. Banga Ocalan ji Îmraliyê û biryara PKKyê ya ji bo bidawîanîna têkoşîna çekdarî.
3. PKK dê çekên xwe dayîne û dest bi valakirina kampên xwe bike
4. Divê Mecisa Tirkiyeyê ji bo gavên demokratîkbûnê komîsyonekê ava bike.
5. Jiholêrakirina bi temamî ya PKKyê û entegrekirina çekdarên wê yên mayî di siyaseta sivîl de.
Xala ku niha gihîştiye, ango danîna çekan û valakirina kampan, qonaxa sêyemîn e.
Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.




