Enstîtuya Kurdên Qefqasyayê: Em Tom Barrack ji ber helwêsta wî ya dij-kurd protesto dikin

Enstîtuya Kurdên Qefqasyayê: Em Tom Barrack ji ber helwêsta wî ya dij-kurd protesto dikin

PeyamaKurd – Enstîtuya Kurdên Qefqasyayê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li hember gotinên Tom Barrack, Balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Tirkiyê û nûnerê taybet ê ji bo Sûriyê, ragihand.

Daxuyanî balê dikişîne ser civîna 9ê Tîrmehê ku li Şamê bi beşdariya nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), rêveberiya Şamê, serokên Qamîşlo û Şamê, û nûnerê taybet ê Fransayê Jean-Baptiste Febvre pêk hat.

Li gorî daxuyaniyê Barrack piştî civînê gotinên tund li dijî Kurdan bikar anîn. Wî mafên siyasî yên Kurdên Rojava red kirine, îdia kir ku federalîzm li Sûriyeyê "ne gengaz e", û rêveberiya demokratîk a Kurdan a li Qamîşloyê bi astengkirina pêvajoya yekbûnê tawanbar kir.

Her wiha, wî pesnê rêveberiya Şamê ya bi serokatiya Ehmed el-Şara (navê berê Mihemed el-Colanî) da û dirûşmeyeke nijadperest, "Yek welat, yek netewe, yek artêş, yek hikûmet", parast. Barrack di heman demê de helwêta erênî ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ya li ser xweseriya Kurdan li Iraq û Sûriyeyê jî înkar kir.

Enstîtuya Kurdên Qefqasyayê destnîşan dike ku ev helwêsta Barrack ne nûnertiya siyaseta Amerîkî ya dostê Kurdan e û wî wekî "neteweperestekî Ereb" bi nav dike.

Enstîtuyê daxwaz kir ku îhtîmala bandora dewleta Tirkiyeyê û derdorên neteweperest ên Ereb li ser Barrack bê lêkolînkirin, û bi tundî li dijî nêzîkatiya wî ya dij-Kurd derdikeve.

 

Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.