Nêçîrvan Barzanî piştî çekşewitandina PKKyê daxuyanî da

Nêçîrvan Barzanî piştî çekşewitandina PKKyê daxuyanî da

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî merasîma danîna çekên PKKyê ya îro li Silêmaniyê hat lidarxistin wekî "gaveke girîng û bi xêr hatî ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê" bi nav kir.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de ya ji ser hesabê xwe yê fermî yê Xê spasiya Serokkomarê Tirkiyejê Erdogan kir û diyar kir ku ew rêzê li rola Devlet Bahçelî û Abdullah Ocalan digire.. 

Merasima şewitandina çekan a PKKyê ku li Şikefta Casene ya dîrokî ya li Silêmaniyê û bi beşdariya Hevseroka Konseya Rêveber a KCKyê Besê Hozat bi xwe pêk hat.

Piştî bûyerê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir..

"Pêvajoya aştiyê wê bigihêje qonaxeke nû" 

Serok Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de kêfxweşiya xwe ji bo merasîma ku serkirdayetiya Partiya DEMê, nûnerên Herêma Kurdistanê û siyasetmedarên ji Tirkiyeyê beşdar bûn, anî ziman.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em piştrast in ku ev gav dê pêvajoya aştiyê bigihîne qonaxeke nû û piştî wê dê gavên din ên pratîkî werin avêtin ku dê pêvajoyê ber bi rêça rast ve bibin."

Nêçîrvan Barzanî tekez li ser pabendbûna wan a tevahî ji bo berdewamiya her cure piştgiriyê ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê wekî Herêma Kurdistanê kir û got,

"Wekî her dem, em amade ne ku hemî alîkarî û hêsankariyên pêwîst peyda bikin û hemî erkên xwe ji bo vê armancê bi cih bînin.".

"Giringiya Erdogan, Bahçelî û Ocalan"

Nêçîrvan Barzanî got, "Em ji bo destpêşxerî, piştgirî û hewldanên wî yên ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê spasî û teqdîra xwe ji Serok Erdogan re dubare dikin.".                   

Daxuyaniyê wiha domand: "Em rêzê li rola Birêz Bahçelî, Birêz Ocalan û hemû aliyên din re digirin ên ku ji bo serkeftina aştiyê dixebitin."

"Her kes di aştiyê de wê bi ser keve"       

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku herêm di heyameke hesas re derbas dibe û got, "Her kes di aştiyê de dê qezenc bike, û serkeftina aştiyê xizmeta Tirkiyeyê, tevahiya herêmê û hemû aliyan bike."

Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.