Nasnameyên 12 rûfatên Kurdên Êzidî eşkere bûn

Nasnameyên 12 rûfatên Kurdên Êzidî eşkere bûn

PeyamaKurd- DNAyên 12 rufatên din ên  Kurdên Êzidî ku ji goreke komî hatibûn derxistin û li nexweşxaneya Bexdayê xistibûn pişkinînê eşkere bûn.

Nasnameyên 12 Kurdên Êzidiyên Şingalê ku ji aliyê rêxistina terorîst DAIŞê ve hatibûn komkujkirin, piştî pişkinîna li ser DNAyên wan hatin eşkere kirin û biryar e radestî malbatên wan bên kirin.

Pêvajoya eşkerekirina DNAya rufatên Kurdên Êzîdî di 6 Sibata sala 2021an de dest pê kiriye û heta niha berdewam dike.

Heta niha Hikûmeta Iraqê 8 karwanên rufatên Kurdên Êzidî yên ku DNAyên wan hatine eşkerekirin radestî malbatên wan kir. Bi 12 rûfatan din re hejmar digihe 286 kesan.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.