Agirê daristanê giha navça Samandağı ya Hatayê

Agirê daristanê giha navça Samandağı ya Hatayê

PeyamaKurd – Li bajarê Lazikiya Sûriyê bi rojaye ku agirê daristanê dewam dike û îro agir giha navça Samandağı ya bajarê Hatayê.

Tîmên îtfaiya şaredariya mezin ya Hatayê û yên rêvebiriya Daristanê mudaxeleyê agirê ku sînor derbas kir dikin lê esmanê navça Yayladağı bi temamî dûman girtiye.

Ji bo agirê li Lazkiyê li devera Turkmendağıyê vemirînin Sûriye berê ji Tirkiyê alîkariyê xwestibû û Tirkiye destekê şandibû.

Tîmên navborî yên li jorê tev amade ne û wexta alavên agir derbasî Tirkiyê dibin mudaxele dikin.

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.