Kurtulmuş: Em ji bo avakirina komîsyona parlamentoyê gihîştine dawiyê

Kurtulmuş: Em ji bo avakirina komîsyona parlamentoyê gihîştine dawiyê

PeyamaKurd- Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş, piştî çekberdana 30 PKKîyan li ser komîsyona ku dê li parlamentoyê bê avakirin daxuyanî da.

Kurtulmuş, di serdana xwe ya Bosna-Hersekê de li ser mijara komîsyona parlamentoyê ya bo birêvebirina çekberdana PKKê û yasayên di rojên pêş de ji bo endamên PKKê bên derxistin axivî.

Serokê Parlamentoya Tirkiyê got, "Her tişt bi niyeteke baş birêve diçe. Ez bangewaziyê li her kesî dikim ku piştevaniya pêvajoyê bikin. Em di xebatên xwe yên komîsyonê de gihîştine dawiyê. Em ê mijarê sereke yên destpêkî tespît bikin.”

Kurtulmuş heriwa anî ziman ku yekem armanca komîsyonê ew e ku proseya xwefesihkirina PKKê û çekberdanê ji aliyê parlamentoyê ve were şopandin.

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.