Ji Demirtaş peyama çekberdana PKKê

PeyamaKurd- Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku ev 9 sal in li girtîgeha Edirne ya Tirkiyê girtî ye, li ser çekdanîna PKKê peyamek belav kir.
Li ser hesabê Demirtaş ê platforma medya civakî Xê, piştî merasîma îro 11ê Tîrmehê ya çekberdana PKKê ya komeke ji 30 kesan pêk dihat bi wêneyê endamê Şanda Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku jiyana xwe ji dest daye, parvekirin hat kirin.
Demirtaş di parvekirina xwe de got: "Sirri Sureyya yê hêja gotibû, ‘windakiriyên aştiyê nabin’. Belê îro me îro yekem fêkiyê xebatên ku te dil dabûyê stand. Kesekî winda nedir, wê neke. Li ser xêrê be. Silav û spasî ji bo hemî kesên ked pê re dane.”
Ev nivîs 127 car hatiye xwendin.




