PKK: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe ji holê radikin

PKK: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe ji holê radikin

PeyamaKurd – Grûpa PKKyê ya ku çekên xwe danî, diyar kir ku ji niha û pê ve, em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad ji holê radikin, da ku bi rêbazên siyasî û hiqûqî yên demokratîk û li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk têkoşîna xwe ya ji bo azadî, demokrasî û sosyalîzmê bidomînin.

Grûba PKKyê ya çekên danî daxuyaniyek weşand. Grûba ku xwe wekî "Grûpa Aştî û Civaka Demokratîk" bi nav dike, di ajansa nûçeyan a ANFyê de ev daxuyanî weşand:

"Ji bo Gelê me û Raya Giştî;

Wekî Koma Aştî û Civaka Demokratîk, ku ji bo lezandina pêvajoya guhertin û veguherîna demokratîk hatiye damezrandin, em bi rêzdarî her kesê ku li vir amade ye û şahidê çalakiya me ya dîrokî ya demokratîk e silav dikin.

Em, jin û mêrên şervanên azadiyê, ku di demên cuda de tevlî PKKyê bûne, çek hilgirtine û li herêmên cuda şer kirine da ku li dijî êrîşên ku armanc dikin înkarkirin û tunekirina hebûna Kurdan şer bikin, îro li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di daxuyaniya xwe ya 19ê Hezîrana 2025an de hatine vir. Hatina me di heman demê de li ser bingeha Banga Aştî û Civaka Demokratîk e ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve di 27ê Sibata 2025an de hatiye ragihandin û biryarên Kongreya 12emîn a PKKyê ya ku di 5-7ê Gulanê de hatiye lidarxistin. Wekî gaveke niyeta baş û biryardariyê ji bo serkeftina pratîkî ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, û bi armanca berdewamiya têkoşîna me ya ji bo azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên siyasî û hiqûqî yên demokratîk, û li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk, em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad li ber we datînin.

Em hêvî dikin ku ev gava me avêtî ji bo hemû gelê me, bi taybetî ji bo jin û ciwanan, ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn û ji bo hemû mirovahiyê sûdmend be û aştî û azadiyê bîne.

Em bi dil û can bi gotina Rêber Abdullah Ocalan a "Ez baweriya xwe bi hêza siyaset û aştiya civakî tînim, ne bi çekan, û ez bang li we dikim ku hûn vê prensîbê bi cih bînin" re hevdeng in, û em ji bo bicihanîna şertên vê prensîba dîrokî pir serbilind û bi rûmet in.

Em dizanin ku tiştek qet bi hêsanî, bê berdêl, an bê têkoşîn nehatiye; berevajî vê, her tişt bi dayîna berdêlên giran ên rojane û têkoşîna bi diran û neynûkan hatiye bidestxistin. Bê guman, pêşeroj dê bi têkoşîneke dijwar berdewam bike. Em vê rastiyê pir baş dizanin. Ji bo bidestxistina serkeftinên nû û destkeftiyên demokratîk li ser vê bingehê, em bi dil û can baweriya xwe bi raman û paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan tînin û wekî civatek hevalan baweriya xwe bi xwe û hêza xwe ya kolektîf tînin.

Em giringiya mezin, rastbûn û lezgîniya vê gava dîrokî ya ku me di vê hawîrdorê de avêtiye dibînin û hîs dikin ku li cîhanê zext û îstîsmara faşîst zêde dibe, herêma me, Rojhilata Navîn, vediguhere gola xwînê û gelê me ji her demê bêtir pêdivî bi jiyaneke azad, wekhev û demokratîk di nav aştiyê de heye.

Em hêvî dikin ku her kes, jin û ciwan, karker û kedkar, hêzên sosyalîst û demokratîk, hemû gel û mirovahî, nirxa dîrokî ya vê gava aştî û demokrasiyê ya ku me avêtiye bibînin, fêm bikin û teqdîr bikin.

Li ser vê bingehê, em bang li hemû hêzên herêmî û cîhanî yên ku ji êşa gelê me berpirsiyar in dikin ku rêz li mafên neteweyî yên rewa û demokratîk ên gelê me bigirin û piştgirîya pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk bikin.

Em bang li hemû gelan, bi taybetî jin û ciwanan, karker û kedkaran, hêzên demokratîk û sosyalîst, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, parêzer, hunermend û siyasetmedaran dikin ku vê gava dîrokî ya ku me avêtiye fam bikin û bi me û gelê me re bibin yek. Her wiha em bang li wan dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriyeke siyasî ya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekî çalaktir têbikoşin û têkoşîn û hevgirtina navneteweyî ya demokratîk û sosyalîst li ser asta cîhanî pêş bixin û xurt bikin.

Em bang li gelê xwe û hemû hêzên siyasî dikin ku erkên xwe yên perwerdehî, rêxistinî û operasyonel di her warî de bi serkeftî bi cih bînin û bi têgihîştina rast a taybetmendiyên pêvajoya dîrokî ya ku em dijîn û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, jiyana demokratîk pêş bixin.

Zilm û zordarî wê bi dawî bibin, azadî û hevgirtin wê bi ser bikevin.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bê guman dê bi ser bikeve.

11ê Tîrmeha 2025an

Grûpa Aştî û Civaka Demokratîk”

Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.