PKK îro çekên xwe datîne: Kî beşdarî merasîmê dibe? Hûrgilî wiha ne...

PKK îro çekên xwe datîne: Kî beşdarî merasîmê dibe? Hûrgilî wiha ne...

PeyamaKurd - Komek endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro sibê li navçeya Raperîn a Silêmaniyê merasîmek danîna çekan li dar dixin.

Piştî banga rêberê PKKê Abdullah Öcalan a di 27ê Sibatê de, rêxistin wê ji îro pê ve dest bi danîna çekan bike.

Di merasîma sembolîk de, ku wê li navçeya Raperîn a Silêmaniyê were lidarxistin, komek ji 33 heta 44 kesan wê çekên xwe li cihekî diyarkirî radest bikin.

Kes û rêxistinên jêrîn wê beşdarî merasîmê bibin:

Rayedarên payebilind ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Bese Hozat û Mustafa Karasu,

Hemin Hawramî, nûnerê Serok Mesûd Barzanî,

Dilşad Şahab, nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî,

Nûnerê Wezareta Karên Hundir a Iraqê,

Nûnerê Wezareta Karên Hundir a Herêma Kurdistanê Tuggeneral Tariq Ehmed, nûnerê Wezareta Karên Hundir a Herêma Kurdistanê,

Nûnerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK),

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM),

Heyetên ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK).

Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.