Rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê 5 Kurd binçav kirin

PeyamaKurd – Li gorî rapora Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, 5 Kurdên xelkê bajarên Şino, Bokan û Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatine binçavkirin.
Roja Çarşemî 9ê Tîrmeha 2025an, Kawe Xakînehad, 50 salî, xelkê gundê Sofiyan ê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.
Herwiha, roja Duşemî 7ê Tîrmeha 2025an, Cemal Husênnijad, xelkê gundê Sergîz ê Şinoyê, û Şivane Şîrbeygî, xelkê Bokanê, di malên xwe de hatin binçavkirin.
Di heman demê de, roja Çarşemî 2yê Tîrmeha 2025an, Mihemed Mûsazade, xelkê Bokanê, li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhestin. Roja Pêncşemî 3yê Tîrmeha 2025an jî, Sîrwan Kesrayî, 22 salî, xelkê gundê Nê yê Merîwanê, ji aliyê hêzên Îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
Hat ragihandin ku heta niha, tu agahiyên zelal derbarê çarenûsa van welatiyan, şert û mercên ragirtina wan, an jî tohmetên li dijî wan hatine sepandin nehatine eşkerekirin.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.





