Iraqê li ser çekberdana PKKê daxwuyanî da

PeyamaKurd – Wezareta kar û barên derve ya Iraqê li ser çekberdana PKKê ragihand ku ew ji vê kiryarê razî ne. Wezaretê daxwuyaniyekî nivîskî da û got pêvajo wê di navbera Iraqê û Tirkiyê de li ser baweriyê deriyekî veke û li ser îmhakirina çekan ya grûba PKKê got:
“Piştî 40 salên zêdetir yên şer, pêngavekî girîng hat avêtin. Ji bo îstîqrara herêmê gelek girînge û Iraq desteka temamî dide pêvajoya çekberdana PKKê.
Wê ev pêngav destekê bide ku Bexda û Ankara di navbera xwe de tehdîdên hevpar rakin û ewlehiya Tirkiyê û Iraqê pêkbîne.”
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




