Ahmet Turk: Serok Barzanî ji bo pirsa Kurd û aştiyê xizmeteke mezin kiriye

Ahmet Turk: Serok Barzanî ji bo pirsa Kurd û aştiyê xizmeteke mezin kiriye

PeyamaKurd- Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ku beşdarî merasîma çekberdana PKKê li Başûrê Kurdistanê bû ragihand ku pêngava ku îro ji bo aştiyê hatiye avêtin "gaveke gelek mezin bû" û hêvîya xwe çareserkirina pirsa Kurd bi rêya dîyalogê li Tirkiyeyê anî ziman.

Ahmet Turk ku îro 11ê Tîrmehê Silêmaniyê beşdarî merasîma çekdanîna PKKê bû ji K24ê re axivî û got, "Em kêfxweş in ku dibînin pirsa Kurd bi rêya aştiyê ber bi pêş ve diçe. Em hêvîdar in ku li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn siyaseteke demokratîk were cîbicîkirin."

Turk da zanîn, îro destpêkeke nû ye û diyar kir: "Abdullah Ocalan û PKKê biryar dan ku pirsa Kurd bi rêya siyaset û diyalogê were çareserkirin. Tiştê ku îro rû daye, pêngaveke gelek mezin bû. Aştî tenê bi aliyekî pêk nayê, pêwîst e her du alî jî ji bo wê bixebitin."

Ahmet Turk bal kişand ser hewl û rola Serok Mesûd Barzanî yên ji bo pêvajoya aştiyê û got: "Serok Barzanî ji bo çareseriya pirsa Kurd û pêvajoya aştiyê xizmeteke mezin kiriye."

Turk wiha axivî: "Ocalan gihîştiye wê baweriyê ku şerê çendîn salan ê di navbera PKK û Tirkiyeyê de, sûd negihandiye ti aliyekî. Wî ti merc ji bo azadkirina xwe nedaniye û heta dibêje, ez ê li vir bimînim."

Hêjayî gotinê ye, îro 11ê Tîrmehê roja Înê li gundê Casenê yê Silêmaniyê, 30 çekdarên PKKê çek berdan û ew çekên xwe jî di çarçoveya banga çekdanînê de şewitandin.

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.