PKKyê çekên xwe şewitandin: Besê Hozatê pêşengî kir

PeyamaKurd – Di merasîmeke dîrokî de, Koma Aştî û Civaka Demokratîk a PKKyê, ku ji 30 gerîlayan (15 jin û 15 mêr) pêk hat, çekên xwe li Şikefta Casenê ya li devera Sûrdaşê ya Silêmaniyê danîn û şewitandin
Merasîm di 11 Tîrmeha 2025an de, saet 11:25an dest pê kir û saet 11:45an bi dawî bû.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCKyê Besê Hozatê bi rêveberên payebilind Nedîm Seven, Têkoşîn Ozan û Tekîn Mûş re di nav komê de cih girt û pêşengî kir. Rojnamevanên ji çar aliyên cîhanê û rojnamevanên Kurd li Herêma Kurdistanê amade bûn da ku vê merasimê bişopînin.
Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.




