Trump: Ez ê derbarê Rûsyayê de daxuyaniyeke girîng bidim

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîna ligel kanala NBC News de, li ser hewldanên agirbestê yên bo şerê Rûsya-Ukraynayê got: "Ez ji Rûsyayê bêhêvî bûm, lê em ê di çend hefteyên pêş de bibînin ka çi dibe. Roja Duşemê ez ê derbarê Rûsyayê de daxuyaniyeke girîng bidim."
Trump, hûrguliyên peymana nû ya ji bo şandina çekan a di navbera Amerîka, NATO û Ukraynayê de eşkere kir û ragihand, alavên leşkerî yên ku DYA bişîne, ewilî dê radestî NATOyê werin kirin û NATO jî dê van çekan bide Ukraynayê.
Trump da zanîn, "Em çekan ji NATOyê re dişînin û NATO ji sedî 100 mesrefa van çekan dide. Yanî tişta ku em dikin ev e, çek bi rastî diçin ba NATOyê û NATO jî wan çekan dide (Ukraynayê)."
Trump destnîşan kir ku heman rêbaz dê ji bo sîstema parastina hewayî ya Patriotan jî derbas bibe û diyar kir: "Em ê Patriotan ji NATOyê re bişînin û piştî wê jî NATO dê wan radest bike."
Ev nivîs 98 car hatiye xwendin.




