Ji Erdogan yekem peyama çekberdana PKKê: Bi xêr û xweşî be

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, piştî ku îro 11ê Tîrmehê li Şikefta Casenê ya nêzîkî Silêmaniyê bi merasîmekê 30 PKKîyan li ser banga Abdullah Ocalan çekên xwe danîn û şewitandin, peyamek belav kir.
Serokomarê Tirkiyeyê di peyama xwe ya li ser medya civakî de got, “Hêvîdarim ev pêngava girîng a îro ku di çarçoveya Tirkiyeya Bêteror de hatiye avêtin, xêr û xweşiyê bi xwe re bîne.”
Erdogan herwiha diyar kir, “Ji Xwedayê mezin hêvî dikim, ji bo ewlehî û aramiya welatê me û dabînkirina aştiya mayînde li herêma me û di vê rêya em tê de ne, gihandina armancên me bike nesîb.”
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.




