Papayê nû di axaftina xwe ya ewil de banga aştiya lezgîn kir

PeyamaKurd – Papa Leo XIV, di yekem axaftina xwe ya Regina Coeli de ji pencereya Qesra Apostolîk, li hember şerên cîhanî yên berdewam bangek lezgîn ji bo aştiyê kir.
Papayê nû hilbijartî, Papa Leoyê XIV (çardemîn ) peyama yê berî xwe Papa Francis dubare kir û got:
“Di rewşa dramatîk a şerê cîhanî yê sêyemîn de, ez dîsa dibêjim: Şer tune!”
Papa Leo, bidawîbûna 80 sal berê ya Şerê Cîhanê yê Duyemîn, ku 60 milyon kesan jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr xist.
Wî êşa gelê Ûkraynayê anî ziman û ji bo aştiyeke dadperwer, berdana girtiyan û yekbûna zarokan bi malbatên wan daxwaz kir.
Her weha, Papa rewşa mirovî ya Xezeyê rexne kir, daxwaza agirbesteke lezgînz gihandina alîkariyên mirovî û serbestberdana rehîneyan kir.
Wî pêşkeftinên dawî yên di navbera Hindistan û Pakistanê de bi erênî nirxand, pesnê agirbesta di navbera her du welatan de veda û hêvî kir ku danûstandin bigihêjin rêkeftineke mayînde.
Papa Leo tekez kir ku gelek şerên din li cîhanê berdewam in û banga hewldanên gerdûnî yên ji bo aştiyê kir, û got:
“Divê em bi hemû hêza xwe ji bo aştiyê bixebitin.”
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.





