Partiyên Almanya bo avakirina hukumetê li hev kirin

Partiyên Almanya bo avakirina hukumetê li hev kirin

PeyamaKurd – 45 roje partiyên Almanya li hev dicivin da hukumetê ava bikin û di encamê de Partiyên Yekîtiya Xîrîstiyanan (CDU/CSU) û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) bo avakirina koalîsyonê li hev kirin.

Bendene serokê giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratên Xîrîstiyan (CDU) Friedrich Merz di 7ê Gulanê de bibe serokwezîr.

Hilbijartina Almanya di 23yê Sibatê de bi awayekî pêşwext çêbûbû. Ti partîkî bi serê xwe nikaribû bibe desthilat û hukumetê ava bike.

D encamê de li navenda CDUyê serokê partiya CDUyê Friedrich Merz, serokê partiya CSUyê Markus Söder û hevserokên partiya SPDê Lars Klingbeil û Saskia Esken bi heyetên xwe ve cara dawiyê civiyan û li hev kirin.

Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.