Peymana Veberhênanê di navbera Hindistan û Îsraîlê de hat îmzekirin

Peymana Veberhênanê di navbera Hindistan û Îsraîlê de hat îmzekirin

PeyamaKurd - Wezîra Darayî ya Hindistanê Nirmala Sitharaman û hevtayê wê yê Îsraîlî, Bezalel Smotrich, peymanek veberhênanê ya dualî îmze kirin.

Hat ragihandin ku Nirmala Sitharaman û hevtayê wê yê Îsraîlî, Bezalel Smotrich, li New Delhiya paytexta Hindistanê civiyan.

Li gorî agahiyan, piştî hevdîtina xwe aliyan peymanek veberhênanê ya dualî îmze kirin.

Armanca peymanê zêdekirina bazirganî û veberhênana hevbeş e.

Hat diyarkirin ku aliyan pabendbûna xwe ya ji bo xurtkirina hevkariya aborî ji nû ve piştrast kirin.

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.