Rûsya: Em amade ne ku bersiva daxwazên alîkariyê yên Venezuelayê bidin

Rûsya: Em amade ne ku bersiva daxwazên alîkariyê yên Venezuelayê bidin

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê roja Înê, 7ê Mijdara 2025an, ragihand ku Moskow amade ye bersivê bide daxwaza alîkariya leşkerî ya Venezuelayê. Ev daxwaz ji aliyê Serok Nicolás Maduas ve li hemberî zêdebûna giring a hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Deryaya Karayîban di mehên dawî de hatibû kirin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Marîa Zaxarovayê, di daxuyaniyekê de got ku Rûsya amade ye bersiva daxwazên alîkariyê yên Venezuelayê bide, lê di heman demê de bang li hemû aliyan kir ku rê li ber zêdebûna aloziyê li herêmê bigirin. Zaxarovayê tekez kir ku Moskow dê "fikarên ewlehiyê yên rewa" yên Caracasê li ber çavan bigire. Beriya vê daxuyaniyê, di rojên destpêka Mijdarê de jî, Zaxarovayê "hêza leşkerî ya zêde" ya ku Amerîka bi hinceta têkoşîna dijî narkotîkê li Karayîban bi kar tîne, şermezar kiribû û piştgiriya welatê xwe ji bo serweriya Venezuelayê dubare kiribû.

Daxwazên leşkerî yên Caracasê

Li gorî raporan, ku xwe dispêrin belgeyên navxweyî yên hikûmeta Amerîkayê, Serok Maduro di nameyekê de ji Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re daxwazên taybet pêşkêş kirine. Di nav van daxwazan de tamîrkirin û nûjenkirina firokeyên şer ên Sukhoi Su-30MK2 yên bu Rûsyayê hatine çêkirin, xurtkirina pergalên radarê, û kirîna "14 set" mûşekan heye. Di nameyê de hatibû destnîşankirin ku firokeyên Su-30 "bergiriya herî giring a hikûmeta Venezuelayê li hemberî gefa şer" in. Venezuelayê her wiha ji hevalbendên xwe yên din, wek Çîn û Îranê jî, alîkariya leşkerî xwestiye.

Ev pêşhat di demekê de diqewimin ku rêveberiya Trump ji meha Tebaxê ve hebûna xwe ya leşkerî li Karayîban bi awayekî berbiçav zêde kiriye. Amerîka zêdetirî 10,000 personelên leşkerî, gelek keştiyên şer, firokeyên nifşê nû yên F-35, û keştiya firokehilgir a USS Gerald R. Ford şandiye herêmê. Washington vê pêngavê wekî operasyoneke li dijî qaçaxçîtiya narkotîkê bi nav dike, lê di van operasyonan de bi dehan kes di êrîşên li ser keştiyên gumanbar de hatine kuştin. Gelek çavdêr û rayedarên Venezuelayê di wê baweriyê de ne ku armanca sereke ya Amerîkayê ne tenê narkotîk e, belkî zexta leşkerî ji bo guhertina rejîmê li Caracasê ye.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.