Rûsya welatiyên xwe li ser Iraq û Sûriyeyê hişyar kir!

Rûsya welatiyên xwe li ser Iraq û Sûriyeyê hişyar kir!

PeyyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ji welatiyên xwe xwest ku ji seferên bo heft welatan, tevî Iraq û Sûriyeyê, dûr bisekinin.

Di daxuyaniyeke di 9ê Tebaxa 2025an de, Serokê Beşa Karûbarên Welatiyan a Wezaretê Alexei Klimov diyar kir ku divê welatiyên Rûsyayê seferên bo Iraq, Sûriye, Sûdan, Lîbya, Lubnan û Yemenê nekin.

Klimov diyar kir ku ev hişyarî ji ber "rewşa siyasî ya ne aram" a li van welatan hatiye dayîn.

Klimov herwiha tekez kir ku divê seferên welatiyan bo Iraqê bi tevahî werin rawestandin.

Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.