Rûsyayê bersiva Trump da!

Rûsyayê bersiva Trump da!

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev diyar kir ku Amerîka dijminê Rûsyayê ye û got, "Komxebata aştiyê niha dest bi şerekî berfireh bi Rûsyayê re kiriye."

Şeva borî, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê du ji şîrketên mezin ên petrolê yên Rûsyayê, Lukoil û Rosneft û şîrketên wan ên girêdayî li lîsteya xwe ya dorpêçan zêde kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî civîna xwe ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re li Budapeşta Macaristanê betal kir.

Medvedev li ser betalkirina civînê ji aliyê Trump ve û dorpêçan li ser medyaya civakî şîrove kir:

"Amerîka dijminê me ye û 'peyamnêrê wê yê aştiyê yê devkî' niha dest bi şerekî berfireh bi Rûsyayê re kiriye.

Bêguman, ew ê bibêjin ku ew nikaribûn bi awayekî din tevbigerin ku ji aliyê Kongreya Amerîkayê ve zext li wan dihat kirin. Ev rewşa bingehîn naguherîne.

Biryarên ku hatine girtin îlankirina şer li dijî Rûsyayê ne. Trump xwe li ser heman rêya Ewropaya dîn danî."

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.