Sererkanê Almanya: Divê Rûsya nefikire ku dikare di ser de zora welatekî NATOyê bibe
PeyamaKurd- Almanya, ku xebatên modernîzekirina Hêzên Çekdar û zêdekirina hejmara personel didomîne, di vê çarçoveyê de li paytext Berlinê konferanseke bi navê "Ji Nû ve Avakirina Hêzên Çekdar ên Almanya" li dar xist.
Di konferansê de Sererkanê Artêşa Almanyayê (Bundeswehr) General Korgeneral Carsten Breuer, tekez kir ku divê Almanya hêza xwe ya leşkerî xurt bike da ku di îhtimala pevçûneke leşkerî ya bi Rûsyayê re li ber xwe bide.
Carsten Breuer got ku rêya pêşîlêgirtina pevçûneke leşkerî bi Rûsyayê re ji bo Almanya ew e ku hêza xwe ya leşkerî zêde bike û got: "Rûsya divê tu carî nefikire ku dikare bi NATOyê an jî bi yek dewleteke endam a NATOyê re jî şer qezenc bike."
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.