Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan di rêya telefonê de bi Vladimir Putin re axifî
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokê Rûsyayê bi Vladimir Putin re axifî. Di axaftinê de li têkiliyên Tirkiye-Rûsya, qewimandinên li Sûriyê, mijarên herêmî û kureyî axifîn.
Ragihandin di ser hesabê medya civakî ya serokatiya danûsitendinê ya serokkomariya Tirkiyê de hat kirin. Serokatiya danûsitendinê serokkomariya Tirkiyê weha got:
“Serokkomarê me birêz Recep Tayyip Erdoğan bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re di rêya telefonê de axifî. Di axaftinê de li têkiliyên Tirkiye-Rûsya, qewimandinên li Sûriyê, mijarên herêmî û kureyî axifîn.
Serokkomar Erdoğan ji aliyekê de yekîtiya axa Sûriyê diparêze li aliyê dinê ji bo çareseriyekî adil û mayînde dixebite, dibêje di rêya dîplomasiyê de çareserî girîngtire. Di pêşdeçûnên li Sûriyê de, sîvîl bêhtir zerarê dibînin, dibêje divê Sûriye nebe ciyê bêîstîqrariyê û ji bo aramiya Sûriyê ji destê Erdoğan çi tê dike.
Serokkomar Erdoğan dibêje ku wê bi PKKê re têkoşîna wî dewam bike, PKK û yên dewama wê dixwazin ji rewşa heyî fêde bibîne.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.