Sudani: “Me karibû Iraqê ji gengeşeyên herêmê dûr bihêlin”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani ragihand ku Iraq bo nekeve nav şerên li herêmê, siyasetekî bi berpirsiyarî û bi mêzên dimeşîne. Sûdanî li Bexdayê ragihand ku hinek der û dor xwestine Iraqê bixin nav pevçûn û şeran lê hukumeta Iraqê ber li wan girtiye. Sudani got ku tevî li herêmê krîz hebûn jî Iraq di bêterefiya xwe de bi ser ket û got:
“Herêma me di pêvayoyekî dijwar de derbas dibe. Ezmûna me ya mezin ew bû me Iraqê ji van krîzan dûr hişt. Tevî tewrê me yê di mijara Fîlîstînê de neguheriye jî, me nehişt ku welatê me bikeve nava şer.
Tevî leystikên hatin leystandin jî bi sedema siyaseta Iraqê ya bi mêzên, me kir Iraq bi siyasetekî bi îstîqrar bimeşe û weha dewam kir:
“Hinek der û dor xwestin Iraqê bixin nav pevçûnan. Lê me bi têgihiştinekî bi aqilane û berpirsiyarî hereket kir û wan leystikan xerab kir.”
Sudani ragihand ku divê Iraq ji aliyê aboriyê de ji bandora petrolê derê û dewam kir:
“Em nikarin xwe tenê bi dahata petrolê ve girêdin. Iraq xwediyê potansiyela çandiniyê, sanayî û tûrîzmêye. Rewşa erdnîgariya me dikare me bike deverekî kureyî ya bazirganiyê. Lewra me ‘Proja Rêya Geşepêdanê’ xist rojevê. Xebatên me yên gazê, santralên elekltrîkê dewam dikin. Tevî astengiyên derdixin pêşiya me, em xebata xwe dewam dikin.”
Sudani behsa pêvajoya reforman kir û di mijarê de got:
“Dahatûya Iraqê rohniye. Baweriya xelkê me ya bi reforman dewam dike. Me di dema hukumeta xwe ya 2,5 salê de pêşdeçûnên baş kir.”
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




