Tûnis îdiayên êrîşa bi dronê ya li ser keştiya aîkariyê ya Xezeyê red dike

Tûnis îdiayên êrîşa bi dronê ya li ser keştiya aîkariyê ya Xezeyê red dike

PeyamaKurd – Rayedarên Tûnisê îdiayên "Flotîla Sumud a Cîhanî" red kirin ku dibêjin yek ji keştiyên wan ku alîkarî ji bo Xezeyê vediguhast, li nêzî paytext Tûnisê rastî êrîşeke bi firokeya bêmirov (dron) hatiye. Rêveberiya Giştî ya Parastina Neteweyî ya Tûnisê ragihand ku şewata li ser keştiyê ne ji ber "kareke dijminane yan jî êrîşeke derve" bûye, lê ji ber qezayekê derketiye.

Flotîlaya ku ji bendera Barselona ya Spanyayê bi armanca şikandina dorpêça Îsraîlê ya li ser Xezeyê bi rê ketibû, ragihandibû ku yek ji keştiyên wê li nêzî bendera Sidi Bou Saidê rastî êrîşeke bi dronê hatiye û di encamê de şewat derketiye. Li gorî daxuyaniya flotîlayê, di dema bûyerê de şeş kes li ser keştiyê hebûn û hemû jî sax û silamet in, lê zirareke madî gihiştiye keştiyê. Rêxistinkerên flotîlayê ev "kiryarên êrîşkar" şermezar kirin û gotin ku armanca wan astengkirina mîsyona mirovî ya ji bo gelê Filistînê ye.

Lêbelê, Rêveberiya Giştî ya Parastina Neteweyî ya Tûnisê di daxuyaniyekê de ev îdia bi tundî red kirin û wek "bêbingeh" bi nav kirin. Li gorî daxuyaniyê, lêkolînên destpêkê nîşan didin ku sedema şewatê "pijiqînek ji çeqmaqekê an jî ji dûmana cixareyê bûye ku yek ji êlekên rizgarkirinê yên li ser keştiyê şewitandiye." Rayedaran tekez kirin ku ti êrîşeke derve çênebûye.

Peyamnêrekî Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP) jî ragihand ku wî çend keştiyên biçûk li derdora keştiya navborî dîtine, lê diyar bû ku agir hatibû vemirandin.

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.