Tankên Îsraîlî ketin Xezzeyê: Operasyona bejayî dest pê kir!

Tankên Îsraîlî ketin Xezzeyê: Operasyona bejayî dest pê kir!

PeyamaKurd - Medyaya Amerîkî, bi îşareta rayedarên Îsraîlî, ragihand ku leşkerên Îsraîlê ji bo kontrolkirina tevahî ya Xezzeyê operasyoneke bejayî dane destpêkirin.

Rojnameya Axios a li Amerîkayê, bi îşareta rayedarên Îsraîlî, ragihand ku tank ketine navenda bajarê Xezzeyê.

Malbatên rehînên Îsraîlî dibêjin ku Netanyahu jiyana xizmên wan dixe xeterê, di heman demê de Hamasê ragihand, "Çarenûsa rehîneyan di destê hikûmeta Netanyahu de ye."

Di êrîşa dawî ya mezin a artêşa Îsraîlê ya li ser Xezzeyê de herî kêm 12 kes hatin kuştin û 50 kes birîndar bûn.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz got, "Xezze dişewite. Em ê dev jê bernedin û em ê paşve gav neavêjin heta ku mîsyon biqede."

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.