Trump bacên nûh danî ser YEyê û Meksikayê

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku bacên gumrikê yên nûh daniye ser Meksîkayê û welatên Yekîtiya Ewrûpayê. Bac wê nisbeta wan %30 be û ji 1ê Tebaxê û pê de bê bicîhanîn.
Trump, got ku berlêgirtina Meksîkayê ya koçberan bes nîne an ku têr nake û bazirganiya bi YEê re tê de gelek valahî heye û ew valahî ji bo ewlehiya bazirganiya DYAyê tehdîd e.
Trump heya niha bi welatên Ewrûpa re hevdîtinan dike lê negihaye encamekî baş û baca gumrikê radigihîne. Trump ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de ser Truth Social de kir. Trump di nama xwe ya ji bo seroka dewleta Meksîkayê bo Claudia Sheinbaum re şand de got ku seroka Meksîkayê destekê daye berlêgirtina koçberan û fentanîlê lê ji bo Bakûrê Amerîka nebe seha karên qaçax ya maddeyên hişbir, tiştên heya niha hatine kirin têr nakin. Trump got:
“Meksîka ji bo ewlehiya sînor dibe alîkarê min lê kiryarên Meksîkayê têr nakin. Meksîka heya niha nikariye kartelên maddeyên hişbir bide rawestandin.”
Trump ragihand ku bi dewletên Ewrûpayê re hevdîtinan kiriye û ji wan re name şandiye û tê de gotiye ku têkiliyên wan yên bazirganî ji hev dîrin û %30 bacê daniye ser wan.
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.




