Trump hemû danûstandinên bazirganiyê yên bi Kanadayê re betal kir
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi hinceta reklama "dij-taraf" ku ji aliyê Kanadayê ve bi dengê Ronald Reagan hatibû weşandin, hemû danûstandinên bazirganiyê yên di navbera her du welatan de betal kir.
Têkiliyên bazirganiyê yên ku beriya niha di navbera partiyan de aloz bûn, bi vê biryarê ket nava krîzeke nû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ji ber reklameke televizyonê ya ku ji aliyê hikûmeta Kanadayê ve hatiye weşandin, wî hemû danûstandinên bazirganiyê yên bi wî welatî re rawestandiye.
Li gorî nûçeyê, Trump îdia kir ku reklama navborî "agahiyên şaş hene" û "hewldaneke ku bandorê li dadgehên Amerîkayê bike."
Trump di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Weqfa Ronald Reagan ragihand ku Kanadayê di reklameke sexte da Reagan wek dij-taraf nîşan da, sextekarî kiriye.
Trump daxuyand, "TARÎF JI BO EWLEHIYA NETEWÎ Û ABORÎ YA DYAyê jiyanî ne. Ji ber reftarên zêde, HEMÛ muzakereyên Bazirganî yên BI KANADAyê re HATIN QEDANDIN."