Trump: Îsraîl Şerîaya Rojava dagir bike wê hemû piştgiriya me winda bike

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, di hevpeyvîna xwe ya bi kovara Time re de li ser agirbesta Xezeyê daxuyaniyên girîng dan.
Trump derbarê qebûlkirina agirbestê ya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu de got, "Diviya bû bisekine, ji ber ku dê cîhan wî bida sekinandin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê plana Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ya ji bo dagirkirina Şerîaya Rojava de jî wiha axivî:
"Me piştgiriyeke mezin ji welatên Ereb dît. Ev yek dê çênebe, ji ber ku min soz daye welatên Ereb. Heke tiştekî wisa çêbibe, Îsraîl wê hemû piştgiriya ku ji DYA'yê digire winda bike."
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.




