Ukraynayê bi dronan êrîşî helîkoptera Pûtîn kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku dema serdaneke Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ya herêma Kursk a Rûsyayê ku nêzîkî sînorê şer e, artêşa Ukraynayê bi dehan dronan êrîşî helîkoptera wî kir.
Fermandarekî payebilind ê Rûsî eşkere kir, ev êrîşa berfireh a dronan hatiye têkbirin.
Fermandarê Hêza Berevaniya Asmanî ya Artêşa Rûsyayê li herêma Kurskê Major Jeneral Yuri Dashkin ragihand, di dema ku Serok Pûtîn li herêma Kurskê di nava kar û xebatê de bû, "dijmin êrîşeke berfireh bi dronan pêk anî."
Dashkin da zanîn: "Koma berevaniya asmanî ya li vê herêmê, 46 dronên leşkerî yên Ukraynayê têk birin."
Hin çavkaniyan jî diyar kiriye ku Ukraynayê hewleke "wêrek" daye ku helîkoptera serokatiya Pûtîn li asmanê herêma Kursk a Rûsyayê biteqîne.
Hêjayî gotinê ye, serdana Pûtîn ya bo herêma Kurskê di 20ê Gulanê de pêk hatibû, lê Dashkin behs nekir bê êrîş di dema serdana Pûtîn de qewimiye, ku ev serdan weke serdaneke kêmpeyda ya nêzîkî qada şer hat binavkirin.
Êrîşa Ukraynayê di demeke ku gotûbêjên rasterast û nerasterast di navbera berpirsên Rûsya û Ukraynayê de bi navbeynkariya Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ragihandina agirbestê û bidawîanîna şer berdewam dikin de pêk hat.
Ev nivîs 175 car hatiye xwendin.




