Şaredarê Şileyê hat girtin!

PeyamaKurd – Di saetên serê sibê de li dijî Şaredariya Şîleyê operasyonek hat lidarxistin.
Di operasyonê de Şaredarê Şîleyê Ozgur Kabadayî û hin kes hatin desteserkirin.
Tîmên Şaxa Sûcên Darayî ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê di saetên sibê de li dijî Şaredariya Şîleyê operasyonek dan destpêkirin.
Hat diyarkirin ku operasyon li ser tohmetên bêserûberî û îstismara desthilatê di îhaleyan de hatiye destpêkirin.
Hat ragihandin ku Şaredarê Şîleyê Ozgur Kabadayi û hin endamên şaredariyê hatine desteserkirin.
Li ser çi îdiayan hatiye girtin?
Tê îdiakirin ku di hin îhaleyên ku ji hêla Şaredariya Şîleyê ve hatine lidarxistin de prosedurên qanûnî hatine binpêkirin, desthilat bi îstismar hatiye bikaranîn û dravdanên nerêkûpêk hatine kirin.
Herwiha guman hene ku di îhaleyan de avantaj dane hin şîrketan û li hember vê yekê bertîl hatine wergirtin.
Tîmên polîsan li şaredariyê lêkolînek berfireh kirin da ku belge û daneyên dîjîtal ên ku van îdiayan piştrast dikin bi dest bixin.





