Von der Leyen: YE dê peymana bi Îsraîlê re bi qismî rawestîne

Von der Leyen: YE dê peymana bi Îsraîlê re bi qismî rawestîne

PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE), Ursula von der Leyenê di gotara xwe ya salane ya "Rewşa Yekîtiyê" de li Strasboûrgê, pêşniyarên tund li dijî Îsraîlê ragihand. Von der Leyenê da zanîn ku ji ber krîza mirovî ya li Xezeyê, Komîsyon dê Peymana Hevkariyê ya di navbera YEyê û Îsraîlê de bi qismî rawestîne, piştgiriya dualî biqedîne û cezayan li dijî wezîr û nîştecihên tundrew ferz bike.

Von der Leyenê rewşa li Xezeyê weke "şokeke li ser wijdanê cîhanê" bi nav kir û got: "Mirov dema ku ji bo xwarinê lava dikin tên kuştin. Dayik pitikên xwe yên bêcan hembêz dikin. Ev dîmen bi rastî wêranker in." Wê bi tundî tekez kir ku "Birçîbûna ku ji destê mirovan çêdibe, qet nabe weke çekeke şer were bikaranîn. Ji bo xatirê zarokan û mirovahiyê, divê ev yek were rawestandin."

Li ser bingeha vê yekê, Seroka Komîsyonê sê gavên sereke pêşniyar kirin:

  1. Rawestandina piştgiriya dualî: Komîsyon dê hemû piştgiriya xwe ya dualî ya ji bo Îsraîlê bide sekinandin, lê ev yek dê bandorê li ser kar û têkiliyên bi civaka sivîl a Îsraîlî û saziya Yad Vashem re neke.
  2. Cezayên li dijî kesên tundrew: Dê pêşniyar ji Konseyê re were kirin ku cezayan li dijî wezîrên tundrew ên Îsraîlî û nîştecihên tundrew ên li Şerîeya Rojava ferz bike.
  3. Rawestandina bazirganiyê: Pêşniyara herî giring jî rawestandina qismî ya Peymana Hevkariyê ye, bi taybetî di warên girêdayî bazirganiyê de.

Ursula von der Leyenê qebûl kir ku ji bo erêkirina van pêşniyaran di nav welatên endam de bidestxistina piraniyê dê dijwar be, lê di dawiya axaftina xwe de bang li Parlemento, Konse û Komîsyonê kir û got, "Divê em hemû berpirsiyariyên xwe bigirin ser milên xwe."

Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.