Waltz: Ji bo çareseriya kêşeya Ukraynayê hewce ye Kîev dev ji hin axa xwe berde!

PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî Waltz got ku ji bo çareserkirina aloziya li Ukraynayê pêwîstî bi wê yekê heye ku Ukrayna dev ji hinek axa xwe berde.
Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî Mike Waltz ji ABC News re ragihand ku ji bo çareserkirina kêşeya li Ukraynayê pêwîstî bi wê yekê heye ku Ukrayna hinek ji axa xwe bide berdêla garantiyên ewlehiyê.
Waltz li ser pirsekê derbarê daxuyaniyên wî yên berê de ku di çarçoveya danûstandinên çareserkirina krîza Ukraynayê de mijarên axê jî tên gotûbêjkirin, wiha got: "Li beramberî garantiyên ewlehiyê yên pêşerojê vebijarkek ji bo herêman heye."
Waltz herwiha bal kişand ser wê yekê ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump bi biryar e ku aştiyek mayînde pêk bîne.
Waltz li ser endamtiya muhtemel a Ukraynayê ya NATOyê jî got ku ew vê yekê wekî îhtîmalek pir kêm dibîne.
Endamtiya daîmî ya Ukraynayê di NATOyê de pir ne muhtemel e û ne tenê Amerîka lê di heman demê de nêrîna gelek welatên din jî ev e.





