Wezîrê dadê Tunç: Ji ‘çeta Yenidoğan’ê 22, kes şandine zîndanê

Wezîrê dadê Tunç: Ji ‘çeta Yenidoğan’ê 22, kes şandine zîndanê

PeyamaKurd – Wezîrê dadê yê Tirkiyê Yılmaz Tunç li ser pêşdeçûnên dawiyê yên li ser lêpirsîna Çeta Yenidoğanê ragihand ku ji 47 binçavkiriyan 22 kes ji wan hatine girtin û wan şandine zîndanê.

Tunç ragihand ku lêpirsîn di 21.05.2023an de destpêkiriye û got:

“Heya niha 47 gumanbar ketine binçav û ji wan 22 kesan şandine zîndanê. Lêpirsîn li ser nexweşxanên ku di hinek beşên wan yên zarokên ku nûh ji dê dibin de, ji ber şertên wan yên xerab gilî ji bo CİMERê dihatin kirin, destpêkir. Li ser giliyan serdozgeriya Büyükçekmece lêpirsînê da destpêkirin. Pêvajoya darazê dewam dike.

Li ser tehdîdkirina dozgerê serdozgeriya Küçükçekmece lêpirsîn destpêkir, 8 kesan xistin binçav, ji 8 kesan 5 kesan şandin zîndanê û 3 kes ji wan biş şertê kontrola edlî serbest berdan. Lêpirsîn dewam dike.”

Dadgeh niha 21 kesan ji mirina bebekan berpirs digre.