Hîzbûllah û Hûsî ji bo serokê Hamasê peyamên sersaxiyê belav kirin

Hîzbûllah û Hûsî ji bo serokê Hamasê peyamên sersaxiyê belav kirin

PeyamaKurd – Li ser kuştina serokê Hamasê Yahya Sinwar, Hîzbûllah a Lubnanê û Hûsiyên Yemenê peyama sersaxiyê belav kirin û xemgîniya xwe ragihandin.

Her dû rêxistin ragihandin ku piştî kuştina Sinwar di eniya berxwedanê de valahîyekî mezin çêbûye. Hîzbûllahê bi nivîskî weha got:

“Bi sedema şehadeta serokê Tofana Mescîdî Aqsayê, serokê siyasî yê buroya Hamasê, birayê me yê mucahîd Yahya Sinwar, em sersaxiyê dixwazin. Ji malbata wî re sebrê û sersaxiyê dixwazin. Sinwar emaneta Îsmaîl Heniyye hildigirt û li hemberê Îsraîlê û DYAyê radiwestiye.”

Konseya bilind ya siyasî ya Hûsiyan jî, di daxwuyaniya xwe ya sersaxiya Sinwar de got:

“Xwîna wî ya paqij wê berxwedana Fîlîstîniyan û ezma wan zêdetir bike û Siyonîstan bişewitîne.”