Hindistanê 33 ton alavên tibî dişîne Lubnanê

Hindistanê 33 ton alavên tibî dişîne Lubnanê

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Hindistanê ragihand ku wê 33 ton alavên tibî bişîne Lubnanê. Ji 33 tonan 11 tonên wê îro xistin ser rê.

Berdevkê wezareta karên derve yê Hindistanê Randhir Jaiswal, di ser hesabê xwe yê Xê de, li ser alîkariya mirovî ya ji bo Lubnanê ragihandinan kir.

Jaiswal got ku alavên tenduristiyê yên bişînin Lubnanê; di nav wan de dermanên kardiyovaskuler û antibiyotik jî hene.