Dr. Saman Berzincî: Li Helebce 1560 kes ji ber ava vexwarinê rakirin nexweşxaneyan

Dr. Saman Berzincî: Li Helebce 1560 kes ji ber ava vexwarinê rakirin nexweşxaneyan

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand ku ji ber lehiyên dawiyê ku av qirêj bûye 1560 kes ji ber zikçûn û vereşînê gihîştine nexweşxaneyên Şarezorê yên parêzgeha Helebceyê.

Dr. Saman Berzincî îro 8ê Mijdarê di civîneke rojnamevanî de ragihand: “Li Şarezorê di 48 demjimêrên borî de, 1560 kes ji ber zikçûn û vereşînê gihîştine nexweşxaneyê.”

Berzincî got: “Tîmên me hem li nexweşxaneyan hem jî li çavkaniyên ava vexwarinê dest bi lêkolînan kirine, ji bo tespîtkirina cureyê bakteriyan.”

Dr. Berzincî da zanîn, yek ji wan sedeman vê rewşê, tevlihevbûna ava çandiniyê bi ava vexwarinê bû, li ser çemê Bêstan Sor ku projeyên ava paqij jê dabînkirin.

Wezîrê Temnduristiyê diyar kir: “Bûyer ji ber lehiya ku di van rojên dawî de çêbûye, derketiye. Herwiha rêjeya klorê kêm jî bû, ji ber vê yekê em lêkolînan dikin.”

Dr. Berzincî got: “Xweşbextane halet sivik û navîn hebûn, yên giran tunebûn, tenê zarokek bo Silêmaniyê hatiye veguhestin, piraniya wan vegeriyane malên xwe.”

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.