Doktorên malabatan di 5,6 û 7ê mehê de dev ji kar berdidin

Doktorên malabatan di 5,6 û 7ê mehê de dev ji kar berdidin

PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê ji ber di rêziknama hekîmtiya malbatê û dana pereyan de guherîn çêkir û di rojanama fermî ya Tirkiyê de belav kir, sendîka û dezgeyên civakî yên meslekî nerazîbûna xwe li hemberê qanûn ragihandin.

Federasyona Rêxistinên Hekîmên Malbatê (AHEF), Yekîtiya Bizîşkên Turk (TTB), Tabip-Sen, Hekimsen û gelek rêxistinên civakî biryarê dan ku di 5-6-7 Çiriya Pêşîn de dest ji kar berdin.

AHEF, berê ji bo rawestandina qanûn li dadgehê doz vekiribû. Seroka AHEFê Türkü Yağmur Nehir, li ser rêziknamê berê daxwuyanî dabû û gotibû:

“Em dixwazin ji nexweşên xwe re li ser bingeha zanistî xizmetê bidin. Ne bi jimar û formulan. Di seha tenduristiyê de, her diçe şiddet zêde dibe. Em bi nexweş û xerabiyên sîstemê re têdikoşin lê em bi şiddeta bedenî û derûnî re rû bi rû dimînin. Şiddet ne tenê zerarê dide me lê dide temamê sîstema tenduristiyê jî.

Em rêziknamê qebûl nakin û dev ji vê reşbeleka qanûna di asta Mobbingê de berdin.Em ti carê dev ji parastvaniya dahatûya hekîmtiya malbatê û xelkê xwe bernadin. Em paşde gav navêjin.”

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.