Li bajarê Meletiyê 12em kongra niştergeriya Gastroenterolojiyê û 2em kongra neqla kezebê destpêkir
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletiyê kongreya 12em ya niştergeriya Gastroenterolojiyê û kongra 2em ya neqla kezebê destpêkir.
Kongre, ji aliyê wezareta tenduristiyê, wezareta hawirdoriyê û ya guherîna kêşûhewayê, wezareta perwerdê, Rêxistina Niştergeriya Gastroenterolojiyê, Rêxistina Neqla Kezebê û Zankoya İnönü de hatin lidarxistin.
Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Kemal Memişoğlu ji bo destpêka kongrê, peyamekî bi vîdeoyî şand û tê de got ku li Tirkiyê ji bo niştergeriya gastroenterolojiyê, ji bo pisporan 16 klînîkên perwerdê xebatê dikin û niha li seranserê welat ,di karên xebata giştî û zankoyên taybet de, 137 pisporên niştergeriya gastroenterolojiyê hene.
Memişoğlu got ku niha di nav hefta ‘Bexşandina Wesleyan û Neqlê’ de ne û dixebitin ku ji kadavrayê bexşandina organan zêde bikin. Wezîr Memişoğlu got:
“Enstituya Neqla Kezebê ya Zankoya İnönüyê herî zêde neqla kezeban dike. Niha di lîstê de 2.651 nexweş li benda neqlê ne. Dermankirina wan tenê bi neqla kezebê dibe. Gelek kes hene ku kezeba xwe didin nexweşan. Enstituya Meletiyê di temamê dinyayê de deng daye û di nav nexweşxanên me de herî zêde neqlê dike. Weka bîbika çavê me ye.”
Şaredarê şaredariya mezin yê Meletiyê, ji ber neqla kezebê, doktorên zankoyê pîroz kir.
Rektorê zankoya İnönü Prof. Dr. Nusret Akpolat jî ragihand ku ew bi artêşekî tenduristiyê neqla kezebê dikin û ev kar karekî ciddî yê grûbî ye. Akpolat, her weha got ku ne tenê xizmetê didin Tirkiyê, her weha xizmetê didin Rojhilata Navîn, Asya û welatên Balkanan.
Serokê Rêxistina Niştergeriya Gastroenterolojiyê Prof. Dr. Erdal Birol Bostancı jî ragihand ku kongreyan, ji bo ew kesên ku di erdhejê de canê xwe dane, ji bo bîranîna wan, kongreyan li Meletiyê lidardixin.
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.