Li Nîjeryayê 23 mîlyon zarok, di bin tehdîda şelbûna zarokan de ye
PeyamaKurd – UNICEFê ragihand ku 23 milyon zarok ji ber daîma aşiya felca an ku şela zarokan nabin, bi tehdîda şelbûnê re rû bi rû ne. UNICEF daxwuyaniya xwe di ‘roja felca zarokan ya dinyayê’ de da û balê kişand ser şela zarokan û herifandinên wê li ser jiyana zarokan.
Fon a Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) ragihand ku li welatê herî qelebalix yê Afrîka li Nîjeryayê ji 23 milyonî zêdetir zarok di bin tehdîda felca zarokan de ne.
Rêvebirê UNICEFê yê eyaleta Bauchi Nuzhat Rafique, bi sedema felca zarokan got ku di mijara belavbûna şela zarokan de bi endîşe ye.
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) îsal ragihandibû ku şela zarokan bi 2 varyantan li welatên Burkina Faso, Çad, Kamerun, Mali, Nijer, Nijerya û Komara Afrîka Orte hatine tesbîtkirin.
Ev nivîs 11612 car hatiye xwendin.