Li Kongoyê nexweşînekî ku nayê zanîn, bû sedema mirina 143 kesan
PeyamaKurd – Li Komara Kongo ya Demokratîk, li eyaleta Kwangoyê nexweşînekî ku nayê zanîn bê çiye, di nav 2 heftan de bû sedema mirina 143 kesan.
Nîşanên nexweşînê; bilindbûna agirê laşê mirov, serêş, kuxik û anemî ne. Rayedar bang dikin û dixwazin ku tedbîrên wekî wexta Kovid-19ê bên girtin.
Wezareta tenduristiyê ya eyaleta Kwangoyê ragihand ku nexweşîna nayê zanîn bê çiye, li eyaleta wan li bajarokê Panziyê belav bûye.
Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.