Komisyona hilbijartinê: Tevlîbûna dengdanê % 97 e
PeyamaKurd – Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Iraqê ragihand ku di dengdana tayet ya hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê de, tevlîbûna xelkê ya dengdanê % 97 e.
Berpirsê komisyona hilbijaretinan yê Herêma Kurdistanê Neberd Emer, di civîna çapemeniyê ya îro de an ku ya di 18 Cotmeh a 2024an de ragihandina xwe kir.
Neberd Emer ragihand ku dengdan bi serkeftin çêbûye û encaman şandine Bexdayê û weha dewam kiriye:
“Li temamê navendên dengdanê, li dora 3 hezar û 750 çavdêrên navdewletî û 1928 çavdêrên cîh amade bûn.
Berdevkê komîsyonê Dr. Eyser rêjeya tevlîbûna dengdanê ya Herêma Kurdistanê û bajarên din yên Iraqê ragihand. Nisbeta tevlîbûna dengdanê:
- Erbil: %97
- Sileymaniye: %97
- Duhok: %98
- Halepçe: %96
- Nînova: %43
- Bexdat-Kerx: %79
- Bexda-Resafe: %60
- Kerkûk: %56
- Anbar: %8
- Selahaddin: %54
- Diyala: %62
- Vasıt: %4
Dengdan di 07.00an de destpêkir û seet di 18.00an de qediya.
Li gor deverên hilbijartinê rêjeya hilbijêran ya taybet:
Erbil: 89.791
Silêmaniye: 78.661
Duhok: 46.556
Halepçe: 952
Ev nivîs 48184 car hatiye xwendin.